Sfardistan navçeyeke li rojavayê Anatolyayê bû ku bi çavkaniyên xwe yên xwezayî û bi cîgeha xwe ya li ser riyên di navbera Deryaya Navîn û Çiyastanê (eng:Asia) zengîn dibû. Keyaniya Sfardistanê, di sedsalên heftem û şeşem B.Z de bi pêş ve ket û di dema Kroysosê ku bi axên fireh û zengîniya xwe navdar e , gehîşt mezintirîn berfirehiya xwe. Pişt re Sfardistan bi pêtexta xwe Sardîsê re bû şaryarnişîneke Persî. Sfardistana ku ji aliyê Skenderê Mezin ve hate vegirtin di Dema Helenkî de tevî Keyekseraniya Selevkosî bû. Sfardistana ku parçeyek ji parêzgeha Çiyastanê ya Romistanê bû di sedsala 3em B.Z de weke parêzgeheke cihê hate veqetandin.
Zevînîgarî & Çavkanî
Bi ya Heredotî, Sfardistana ku navê wê- yê di zimanê Helenî de- ji navê keyê wê yê pêşîn Lîdus hatiye dariştin û her wisa weke Maeonîa jî dihate zanîn, li Geliyên Hermus û Kaysterê navçeyên rojavayî yên Anatoliyayê dagir kir. Hevsiyên wê li başûr Karistan, li rojhilat Frîgistan û li bakur Mîsistan bûn. Bajarên mîna Smîrna û Efesê car caran diketin bin venêrana Sfardistanê. Sfardistan, ku di navbera Rojhilat û Rojava xala hevgehanê bû, bi zeviyên adan û çavkaniyên xwezayî û bi taybet bi zêr û zîvên ji Çemê Paktolosê dihatin bû navçeyeke girîn a bazirganiyê ku keyaniya pîrozandî zengîntir dikir. Li gel van Sfardistan bi hilberana tevinkariya xwe ya hêja û tişt û kereseyên çermîn dêhn dikişand ser xwe.
Sfardistan xwedî zimanê xwe yê Hind-Ewropî û abeceya xwe ya şibî Abeceya Helenî ya ku ta sedasala yekem B.Z dihate bikaranîn, bû. Zimanê Sfardî ji ber hejmara kêm a nîvîsarên jêmayî bi tenê beşkî hatiye eşkerandin. Huner, çand û dînê Sfardistanê cîgeha wê ya zevînîgariyî diteyisand û hem kênca rojhilatî hem jî ya Helenî dipêşand.
Xwanedana Mermnadan
Sfardistana ku pêtexta wê Sardîs bû di bin ferweriya vê xwanedanê de (700-546 B.Z) gehîşt mezintirîn girîngiya xwe . Keyê pêşîn ê xwanedanê Gîges bû (680-645 B.Z) ku dikare xwedîtiya navdariya "yekem zordestê navandî di tomarên Helenan de" bitiwêjîne. Keyê çarem ê xwanedanê Alyates (610-560 B.Z) bû ku mîna Gîgesî bi hevsiyên xwe Kîmeran re cengand lê jê serketîtir bû û hin navçeyên Îyonistanê ji bi dest xist. Gîges jî û Alyates jî li Bîn Tepeyê (Hezar Gir) xwedî gorên serincrakêş bûn û di serdemên kevnar de bi mezinahiya xwe bi nav û deng bûn.
Kroysos
Sfardistan, di dema keyê paşîn ê Mermnadan, Kroysosî (560-546 B.Z) hîn bêtir bi pêş ve ket ku şarên Helennişîn ên beravî vegirt û tevahiya Zozana Anatolyayê ta Çemê Halîsê (Kizilirmaka îroyîn) venêrî û bi siya vê pêş li Keyekseraniya Haxamenîşî girt. Kroysosî bi Helenan re têkiliyên hevalane yên navdûgelî kudirand û heta ji bo jinûveavakirina Peristgeha Xwedavend Artemîsê alîkariya daringî şand û gorî dan Peristgeha Delfiyê (ku li vir pêşbîniya berbêjekî ya li ser hilweşana keyekseraniyekê çewt têgehîşt û got qey wê Persistan hilbiweşe lê ew Sfardistan bû).
Helenan zengîniya dastanewî ya Kroysosî dibe ku ji ber rasteqîniya ku Sfardistan belkî jî di dema bavê Kroysosî, Alyates bû yek ji dûgelên cara pêşîn pere pestandin, vegotibin. Ev pereyên çorskî hatibûn çêkirin, ji gutilên biçûk ên elektrumîn (amêjena zêr û zîvî) yan jî ji zêr û zîvên petî yên bi nîgarên ga yan jî şêrekî nîşankirî pêk dihatin. Berfirehbûna Sfardistanê ya ji aliyê Kroysosî pîştî ku di sala 546 B.Z di şerekî li Halîsê ji aliyê keyê Persan Kîroşê 2yem ve hate têkbirin, ji nişkan ve bi dawî bû. Bi efsaneyeke ku ditiwêjîne ku key ji aliyê Xwedê Apollon ve hatiye rizgarkirin û gava Sardîs dihate vegirtin û Sfardistan dibû şaryarnişîneke Persî, hatiye birin bo warê efsanewî yê Hîpervoriyan, termê Kroysosî dane ber êgir. Di dema Şerên Persî di sedsala pêncem B.Z de şarê Sardîsê di sala 498 B.Z de ji aliyê Îyonistaniyan ve hate şêlandin û di sala 480 B.Z de ji aliyê Ksekserî ve ji bo dagirkirina makaxa Helenistanê weke binkeyekê hate bikaranîn.
Dema Helenkî û Romistanê
Sfardistan di sedsala çarem B.Z de ji aliyê Skenderê Mezin ve hate vegirtin. Di Şerên Paşrevan de pêşiyê ket bin venêrana Antîgonusê 1em û pişt re bû beşek Keyekseraniya Selevkosî di sala 280 B.Z. Sardîs cihê xwe weke pêtexteke girîng a navçeyî kudirand û kêr ji bernameyeke veavakeriyê ku Peristgeha Artemîsê , şanogehek û yarîgehek dihundirand, wergirt. Di sala 189 B.Z de di Şerê Magnezyayê de ku di navbera Keyê Sûriyeyê Antîyoxusê 3yem û Romistanê de bû , bi alîkariya Keyê Bergamayê Evmenesê 2yem Romistanê serketineke vebirî bi dest xist. Sfardistana ku ji sala 133 B.Z pê ve bû parçeyek ji parêzgeha Çiyastanê ya Romistanê, di sala duyem P.Z de ji aliyê Dîyokletyanî ve weke parêzgeheke cihê hate veqetandin û nasnava şaristanahiyê ya rûmetî hate dayîn bo Sardîsê.
Jiyana li Sfardistana Romistanê bi bêaramî, lêpêwistkeriya çîneke rêveber a Romî, bacên giran û zevîlerzeke hilweşîner ku diwanzde bajar rûxand, tevîheviyek bû. Ji zêdebûna pestana pere û serdanên keyekseraniyê yên ji aliyê Keyekser Hadrîyan (124 P.Z) û Keyekser Karokolla (215 P.Z) dixuye ku geşdariya navçeyê di sedsalên duyem û sêyem P.Z ji nû ve hilfiriyaye.